58 rewşên nû û mirina 3 kesên din hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 58 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 3 rewşên mirinê hatin tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 58 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.

  • 19 li Hesekê
  • 8 li Dirbêsiyê
  • 8 li Reqa 
  • 8 li Şehba
  • 7 li Dêrikê
  • 3 li Girkê Legê
  • 2 li Amûdê
  • 2 li Kobanê
  • 1 li Tebqa 

Desteyê diyar kir ku, 2 kes li bajarê Hesekê , 1 jî li bajarê Qamişlo bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 16 jî rihet bûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1209’an, 350’an ji wan baş bûne û 55’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button