Şevê din li gundewarê navçeya Zirganê, di nava çeteyan û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî.
Çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundên Dada Ebdal, Um Uşba û Mihermela yên navçeya Zirganê, bi çekên giran êrîşî hev kir..
Li aliyekî din artêşa Tirk gundê Dawidiyê topbaran kir û bombeyên ronahiyê bi kar anîn.
Dagirkeriya Tirk êrîşî gundê Korhesen ê Girê Spî jî kir û leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.