NY Rûsya bi mijara Ukrayna mehkumî tazmînatê kir

Li Dîwana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya ji Rûsyayê xwest ku tazmînata şer bide Ukraynayê, hat qebûlkirin

Dîwana Giştî ya NY ya ji 193 endaman pêk tê, deng li ser pêşnûmaya ku tê de tê xwestin Rûsya ji her binpêkirina qanûnên navneteweyî yên li Ukraynayê an li dijî wê berpirsiyar bê dîtin, deng da.

94 welatan dengên erê û 14 welatan dengên na û 74 welatên endam jî bêalî man.

Rûsya, Çîn, Îran û Sûriye di nav welatên endam de bûn ku li dijî biryarnameyê dengê xwe dan.

Di biryarnameyê de tê xwestin ku mekanîzmayek navneteweyî ji bo tezmînata zirar, mirin an jî birîndarbûna ku ji ber kiryarên neqanûnî yên Rûsyayê li dijî Ukraynayê pêk tê were damezrandin.

Her çend biryarên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji aliyê qanûnî ve ne girêdayî bin jî, giraniya wan a siyasî heye.

Back to top button