Bi boneya nêzbûna 8’ê Adarê li Dirbêsiyê pêşengehek hate lidarxistin

Li gelek deverên herêmê rêz çalakî bi boneya 8’ê Adarê hatin lidarxistin.
Li Dirbêsiyê û Minbic çalakî hatin lidarxistin û li Kobanê jî amadekariyên 8’ê Adarê têne kirin.

Doh Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya sala 2024’an eşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, ji 24 sibatê heta 8 Adarê çalakî û amadekarî destpê dikin.

https://hawarnews.com/kr/yekemin-calakiyen-8e-adare-dest-pe-kir
Di vê çarçoveyê de, çalakiyên 8’ê Adarê ‘Roja Jinan a Cîhanî’ li herêmê têne lidarxistin.

Bi vê armancê li dibistana Şehîd Bawer Zîlan a li Dirbêsiyê pêşengehek kardestiyê û berhemên çandî hate lidarxistin.

Bi sedan xwendekar, mamoste û endamên rêveberiya Desteya Perwerdeyê beşdarî pêşengehê bûn.

Li Kobanê amadekariyên 8’ê Adarê tê kirin

Tevgera Hîlala Zêrîn û Çand û Hunera Kobanê jî, bi boneya 8’ê Adarê dîlan, stran û şanoyan amade dikin.

Rêvebira Tevgerê Wehîda Sincar derbarê van amadekariyan de got:

“Em dixwazin reng û bedewiya jinê di vê rojê de bidin pêş.”

Li Minbicê derbarê 8’ê Adarê semînerek hat dayîn

Li Minbicê jî semînerek derbarê 8’ê Adarê hate dayîn.

Di semînerê de, gelek xal hatin ziman û hate gotin:

“Jinê bi her awayî hewl da ku mafê xwe bidest bixe.

Mînaka wê jî, jina Rojava bû ku di hemû warên jiyanê de, cihê xwe girt û gavê serkeftî avêt.”

Her wiha bal hate kişandin ser firkir û felsefeya Rêber Apo ya ji bo pêşxistin û rêxistinkirina jinan û ev tişt hate ziman:

“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro roj gihan vê astê.

Li vir jî, ji her jineke azad û rêxistinkirî tê xwestin ku xwedî li fikrê rêber apo derkeve û li her devera lê ye belav bike.”

Back to top button