Amerîka û Îngilistanê li dijî Husiyan êrişên nû pêk anîn

Bi destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê re rageşiya li Behra Sor jî yek ji rojevên sereke yên cîhanê ye.
Amerîka û Îngilistan ji 11’ê Çileyê ve li dijî Husiyên li Yemenê operasyonên hevbeş pêk tînin.
Pentagonê ragihand careke din li 18 cih û deverên Husiyan hatine xistin.

Bi destpêkirina şerê li Xezayê re aloziya li Behra Sor jî her diçe zêde dibe.

Amerîka û Îngiltere bi armanca ku êrişên Husiyan yên li dijî keştiyên li ser Behra Sor asteng bikin ji destpêka meha Çileyê ve êrişî baregehên wan yên li Yemenê dikin.

Heta niha li dijî Husiyan ji behrê û bi ezmanî bi sedan êriş pêk anîne.

Amerîka û Îngilistanê li dijî baregehên Husiyan careke din êrişên nû pêk anîn.

Pentagon: Li 18 cih û baregehên Husiyan hate xistin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê-Pentagonê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand, balafirên şer yên Amerîka û Îngilistanê li dijî 18 deverên Husiyên li Yemenê êriş pêk anîne.

Wezaretê eşkere kir di operasyona roja şemiyê de li depo, balafirên bê mirov, pergalên parastina ezmanî, radar û helîkopterek hatine xistin.

Hat diyar kirin ev operasyona hevbeş ya hevalbendan a çaremîne.

Husî: Amerîka û Îngilistanê li dijî gelek deveran 22 êriş pêk anîn

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Husiyan jî Amerîka û Îngilistanê paytext Sana jî di nave de li dijî 3 bajaran 22 êrişên ezmanî pêk anîn.

Hate diyar kirin xetên ragihandinê yên li bajarê Taizê sê caran hatine bombebarankirin.

Têkildarî encamên erişan agahî nehat parvekirin.

14’ê Sibatê Husiyan bîlançoya êrişan eşkere kiribû û ragihandibû Amerîka û Îngilistanê ji meha Çileyê ve 203 jê êrişên ezmanî 403 êriş li dijî Yemenê pêk anîne.

Husiyan: Amerîka û Îngîlîstan 11 caran hudeyda ya Yemenê xistin

Back to top button