Yekîtiya Ewropayê li Behra Sor mîsyona leşkerî da destpêkirin

Yekîtiya Ewropayê ji bo ewlehiya keştiyan li Behra Sor mîsyona leşkerî da destpêkirin.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê wê bi hevkarên xwe yên navneteweyî re tevbigere da ku li Behra Sor azadiya deryavaniyê misoger bike.
Endamên Yekîtiya Ewropayê Belçîka, Fransa, Almanya, Yewnanîstan û Îtalya wê beşdarî mîsyonê bibin.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ragihand ku di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê de mîsyona leşkerî ya bi navê “Aspides” li Behra Sor hatiye destpêkirin.

Borrell diyar kir ku mîsyon dê beşdarî vegerandina azadiya navîgasyon û parastina barkêşiya bazirganî bibe.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseya Yekîtiya Ewropayê, operasyona deryayî ya Yekîtiya Ewropayê “Aspides” a li Behra Sor wê tenê ji bo armancên parastinê be.

Daxuyaniya serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser wê yekê ku Yekîtiya Ewropayê wê bi hevkarên xwe yên navneteweyî re tevbigere da ku li Behra Sor azadiya deryavaniyê misoger bike.

Serokê Komîsyona YE’yê nirxand ku ev mîsyona nû ji bersivdayina krîzê wêdetir e, lê ji bo parastina berjewendiyên Ewropayê gavek e ji bo pêşxistina hebûna hêzdar a Ewropî li deryayê.

Endamên Yekîtiya Ewropayê Belçîka, Fransa, Almanya, Yewnanîstan û Îtalya wê beşdarî mîsyonê bibin.

Heya niha ne diyar e ku dê çend personelên leşkerî di nav mîsyonê de yan jî kapasîteya wan hebe.

Mîsyona Yekîtiya Ewropayê ya ku wê bi operasyona ku Amerîka pêşengiya wê dike re di nava koordînasyonê de be, wê li bejahiyê tu operasyonan neke.

Back to top button