Artêşa Îsraîlê li Sayda ya Lubnanê êrîşeke hewayî pêk anî

Artêşa Îsraîlê li bajarokê Gaziye ya başûrê Sayda ya Lubnanê êrîşa hewayî pêk anî.

Ajansa Fermî ya Lubnanê NNA ragihand ku di êrîşa li ser Gaziye ya Îsraîlê de wesayîtek hatiye aramanc girtin.

Her wiha ajansê da zanîn ku di vê êrîşê de 14 kes birîndar bûne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên bajarê Saydayê.

Çavkaniyeke ewlehî jî diyar kir ku yek ji êrişan li dijî embargeha hesin a li herêma pîşesazî ya bajarok bû.

Di encamê de herî kêm 8 karker, ji wan 7 ji Sûriyê ne ku li derdora wê deverê dixebitîn jiyana xwe ji dest dan.

Bajaroka Gaziye nêzî 55 kîlometre li heremên sînor ku pevçûnên di navbera artêşa Îsraîl û Hizbûllahê de diqewime cîh digire.

Arteşa Îsraîlê jî êrîşên hewayî girt ser xwe û diyar kir ku cihê ku hatiye armancgirtin du depoyên çekan a girêdayî Hizbûllahê ye.

Hizbullah jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku xalên leşkerî ya li Birket Rişe, Ramta û Smaka ku li ser sînorê Îsraîl û başûrê Lubnanê ye bi moşek û çekên guncav hatiye aramancgirtin.

Artêşa Îsraîlê: Me yek ji fermandarên Hizbûllahê li Lubnanê kir armanc

Back to top button