Li Beyrût a Lubnanê avahiyek hilweşiya: 4 kes mirin

Li Beyrût a paytexta Lubnanê ji ber hilweşîna avahiyek ku ji ber barîna zêde ya baranê zirarê ditîbû 4 kes mirin û 17 kes jî di bin kavilan de man.

Li Beyrût ê peytexta Lubnanê li herêma Şuveyfatê avahiyek hilweşiya.

Di vê avahiyê de hejmarek zêde koçberên Sûrî jiyan dikir.

Hat ragihandin yek jê zarok 4 kes mirine û 17 kes jî di bin xirbeyan de ne.

Ji bo rizgarkirina 17 kesên di bin xirbeyan de mane xebat tên meşandin.

Hat destnîşankirin avahiya navborî pir kevne, di rojên dawî de ji ber barîna zêde ya baranê jêrzemîna avahiyê de şemitîn çêbûye û dîwarên wê hilweşiyaye.

Back to top button