50 saziyên Kurd ên Almanyayê maseyek krîzê ya hevpar ava kir

50 saziyên Kurdistanî yên li Almanyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr maseya krîzê ya hevpar ava kir.

Ev 50 sazî ji saziyên bajarê Kolnê yê Almanyayê pêk tê û ji her saziyekê nûnerek cihê xwe di nav de digire.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di civînê de axivî û anî ziman ku li her qada ku Kurd lê ne, peywirên mezin dikevin ser milê rewşenbîr, nivîskar, sazî, hunermend, siyasetmedaran.

Her wiha bang li her kesî kir ku ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk bi berpirsyarî rabin.

Di civînê de, biryar hate dayîn ku li gelek welatên Ewropa û Tirkiyê li dijî operasyonên dagirkeriyê çalakî bên lidarxistin.

Back to top button