Hêzên Iraqê li Nînewayê 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Li Nînewayê, 6 çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya têkoîşna li dijî terorê, ketin destê artêşa Iraqî.

Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqî ragihand ku li rojavayê parêzgeha Nînewayê, di encama kemîneke ajansa Ewlahiya Niştîmanî de, 2 çeteyên DAIŞ’ê ku bi aslê xwe Sûrîne û hewl didan ku derbasî welat bibin, hatin girtin.

Şaneyê, her wiha da zanîn ku li heman parêzgehê û di pêkanîna hin operasyonan din yên ji aliyê hêzên artêşa welêt de jî, 4 DAIŞ’î ketin xefkê.

Jixwe, di herdu heftiyên borî de, bi dehan DAIŞ’î, di encama operasyonên paqijkirinê yên hêzên Ewlehî de hatine girtin.

Back to top button