Di êrişa Rûsyayê ya li ser bajarên Kiev û Charkiv de jî 5 kes hatin kuştin û bi kêmanî 18 kes birîndar bûn.
Parêzgarê bajarê Tula yê dikeve başûrê Moskovê Dmitry Mileev ragihand droneke Ukraynayê qadeke niştecihan kir armanc di encamê de 3 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Rayedarên Ukraynayê jî da zanîn ku di êrişeke hewayî ya berfireh a Rûsyayê ya berbanga îro de 13 kes li Kîevê birîndar bûn, şewat derket û zirar li binesaziyê bûn.
Şaredarê Kievê Vitali Klitschko ragihand ku êrişê zirar gihand xetên kehirebê, di encamê de nêzî 140 hezar kes bê kehireben e, her wiha ji ber ketina bermahiyên dronan agir bi hin malan û erebeyan ket.
Rayedaran her wiha ragihand ku şewat li avahiyek bilind a niştecihbûnê û li derdora dêra dîrokî ya Kiev Pechersk Lavra derketiye.
Di êrişa Rûsya ya ser bajarê Charkiv 5 karmendên servîsa awarte hatin kuştin
Wezîrê karên hundir ê Ukraynayê Ihor Klymenko ragihand ku di êrişa duyemîn a Rûsyayê ya li ser bajêr Charkiv de, 5 karmendên servîsa awarte hatine kuştin û herî kêm 5 jî birîndar bûne.



