Wednesday 2026/06/17
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

DYA û Îranê li hev kirin: Peyman wê di 19’ê Hezîranê de were îmzekirin

June 15, 2026
in CÎHAN, ROJHILETA NAVÎN
A A
Îranê bersiva DYA’yê da û agirbesta du qonaxî red kir
Share on FacebookShare on Twitter

DYA û Îranê ragihandin ku ew gihîştine peymaneke çarçoveyî ya ku armanc dike şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bike.
Aliyan diyar kir ku peyman wê di 19’ê Hezîranê de were îmzekirin.
Piştî lihevkirina DYA û Îranê buhayê petrolê daket û buhayê zêr zêde dibe.

Şerê ku DYA û Îsraîlê di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dabû destpêkirin, bi awayekî ku daxwaza Îranê ya ji bo daxilkirina Libnanê jî li xwe digire, bi dawî bû.

Hat ragihandin ku peymana aştiyê wê roja Înê, 19’ê Hezîranê li Swîsreyê ware îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de, tê pêşbînîkirin ku operasyonên leşkerî yên li herêmê werin rawestandin û ji bo lihevkirineke mayînde danûstandin destpê bikin.

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku di navbera DYA û Îranê de navbeynkariyê dike, li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku di navbera DYA û Îranê de lihevkirin pêk hatiye.

Trump: Tengava Hurmuzê wê ji nû ve ware vekirin

Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku lihevkirina bi Îranê re temam bûye û got:

Tengava Hurmuzê bêyî xercên derbasbûnê wê ji nû ve ware vekirin û DYA wê ablûkaya deryayî rake.

Pîrozbahî ji her kesî re! Ez vekirina bêpere ya Tengava Hurmuzê û di heman demê de rakirina demildest a ablûkay pesend dikim.

Keştiyên cîhanê, motorên xwe bixebitînin. Bila petrol biherike!”

Îran: Di nava 60 rojan de wê danûstandinên nû destpê bikin

Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku li gorî lihevkirinê, çalakiyên leşkerî li ser hemû eniyan, di nav de Libnan jî, bi dawî bibin.

Xerîbabadî ragihand ku bi armanca gihîştina peymana fînalê, herî dereng di nava 60 rojan de wê danûstandinên nû dest pê bikin.

Li gorî Tehranê, di hevdîtinan de wê çar sernivîsên bingehîn werin destgirtin:

Rakirina cezayên li ser Îranê, bernameya nukleerî, jinûveavakirina welat û geşepêdana aborî, ligel avakirina mekanîzmayeke kontrolê ya ku çavdêriya sozên her du aliyan dike.

Piştî lihevkirina DYA û Îranê petrol erzan bû

Piştî ragihandina lihevkirina di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê (DYA) û Îranê de, di bazarên cîhanî û herêmî de tevgereke mezin dest pê kir.

Li gorî nûçeya Bloombergê petrola Brent, piştî ku hefteya borî daket asta herî nizm a 3 mehên dawîn, ji sedî 4’an zêdetir daket û varîla wê daket 83 dolaran.

Petrola xav a DYA’yê (WTI) jî ket binê 81 dolarî.

Di demekê de ku bihayê petrolê dadikeve, buhayê zêr jî bilind dibe.

Zêrê ons ku hefteya borî bi 4 hezar û 24 dolarî di asta herî nizm a 2 mehên dawîn de bû, derket 4 hezar û 325 dolarî.

Previous Post

Di êrişa Ukrayna li dijî Rûsya 3 kes hatin kuştin

Next Post

Çekdarên nenas li Efrînê bi ser malekê û firoştgehekê de girtin

Weşana girêdayî

Mezlûm Ebdî li Îtalya ye û dê piştre biçe Fransayê
CÎHAN

Mezlûm Ebdî li Îtalya ye û dê piştre biçe Fransayê

Eraqçî: Gera nû ya danûstandinên bi Washingtonê re Înê dest pê dike
ROJHILETA NAVÎN

Eraqçî: Gera nû ya danûstandinên bi Washingtonê re Înê dest pê dike

Wall Street Journal: Netanyahu “hewl dide” civîneke bilez bi Trump re li dar bixe
ROJHILETA NAVÎN

Wall Street Journal: Netanyahu “hewl dide” civîneke bilez bi Trump re li dar bixe

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye