Li Spanyayê 9 parlamenteran piştgirî dan HDP’ê

8 partiyên Spanyayê, li dijî zextên dewleta Tirk ên li ser HDP’ê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Ev nerazîbûn ji aliyê komek ji 9 parlamenterên Spanyayê ve hatin nîşan dan.

Parlamenterên ku di partiyên hevkarê hikumeta PSOE ya Sosyalîst de cih digrin ji bo şermezarkirina zextên li ser HDP’ê pêşnûme biryarek pêşkêş kir parlementoya welatên xwe kirin.

Di pêşnûmeyê de hate gotin:

“HDP’Ê ku sêyemîn partiya herî mezin a li Parlamenta Tirkiyeyê ye û siyasetmedarên wê yên hilbijartî dibin hedefa zext û dozên siyasî.

Parlamenteran ji Kongreya Spanyayê xwest ku li dijî zextên bi rêk û pêk ên dewleta Tirk rabin.”

Têkildarî heman mijarê Nûnerê Kurda li Spanyayê Eyyup Dorû diyar kir ku HDP ne tenê ji bo mafê kurdan, ji bo mafê gelên din jî têdikoşe.

Back to top button