Boykota mamosteyên Başûrê Kurdistanê dewam e

Nêzî 5 mehin mamostayên li Başûrê Kurdistanê ji ber negirtina mûçeyên xwe di nava boykotê de ne.
Lê heta niha jî hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwazên mamosteyan bicîh neaniye.

Li Başûrê Kurdistanê mamaoste ji mafê xwe bêparin mane.

Lewma li bajarê Silêmanî, Helebce, Koye, Raperîn û Germiyan nêzî 5 mehane mamoste di nava çalakiyê de ne.

Lê hikumeta Başûrê Kurdistanê heta niha jî daxwazên mamosteyan bicîh neaniye.

Ji ber vê îro careke din mamoste daketin qadan û daxwaza mafê xwe yê rewa kirin.

Mamoste dibêjin desthilata heyî tenê bacê li xelkê giran dike û mafên bingehîn ên mamostayan bicih nayine.

Mamosteyên jin: Divê mafê jinan were parastin

Li herêmên ku boykot hatiyê ragihandin jî maosteyên jin pêşengiya xwepêşandanan dikin.

Têkildarî nedana mûçeyan û netayinkirinê mamoste Şine Elî axivî û got:

“Em jin destpêkî ji aliyê civakê ve û ya duyem jî ji aliyê perwerdehiyê ve tên çewisandin.

Dema mûçeyê min tunebe ez nikarim xizmeta xwendekar û zarokên xwe bikim.”

Şine bang li jinan kir ku ji têkoşîna ku ji bo bidestxistina mafên xwe dane destpêkirin newestin.

Mamostaya binavê Sirûşt Hawarî jî balkişand ser bêdengiya hikumetê û got:

“Her şoreşa ku jin tevlî bûne, ew şoreş gihiştiye armanca xwe.

Ji ber vê yekê em li kolanane ku nifşekî li dijî zilm û neheqiyê mezin bikin.”

Paşxistina mûçeyan bandoreke nebaş li ser bazirganên Hewlerê kiriye

Li aliyê din bazirganên Hewlerê diyarkirin ku ji ber nedayîna mûçeyan, bazar valeye û ti tevgerek zindî têde nînin.

Bazirganê bi navê Akar Ako got:

“Ji ber ku rewşa darayî ya şêniyan û karmendan xirabe, dibe sedem bazar ne zindî be.”

Bazirganê bi navê Kakeşîn Cume ku 20 salin li Hewlêrê karê bazirganiyê dike ev tişt anî ziman:

“Ti deman weke niha bazar bê tevger nebûye.

Welatî tenê dikarin hinek pêwîstiyên sereke yên rojane bikirin.

Ji bilî vê yekê hêza welatiyan têrê nake.”

Nêzî 5 mehin mamosteyên Başûrê Kurdistanê ji bo mafê xwe di nav boykotê de ne

Back to top button