Nursel Aydogan: Ji hêza gel xurtir tu hêz tuneye

Siyasetmedar Nursel Aydogan diyar kir ku bi sekna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û têkoşîna wî komploya navneteweyî vala hatiye derxistin û got: “Divê bêyî em serî bitewînin bi biryarek mezin têkoşînê bê navber bidomînin. Têkoşîna Gelê Kurd û kesên aştî û azadiyê dixwazin wê vê diyar bikin. Heta wê demê em ê têbikoşin.”

Rêber Abdullah Ocalan DI 9 ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyê derket û 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyê hat kirin.

Di ser komployê de 25 sal derbas dibin.

Siyastmedar Nursel Aydogan derbarê komploya navneteweyî de nirxandin kir.

Nursel Aydogan got:

Gelek sedemên ku birêz Ocalan bi operasyonek navneteweyî anîn heye.

Serkêşiya wê DYA’yê kir û Îngîlîstan, Israîl û hêzên di yên komploger ji bo berjewendiyên xwe ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzaynd bikin.

Li pêş vê jî yekane astengî Abdullah Ocalan bû.

Nursel Aydogan têkildarî pêngavên cîhanî û çalakiyên ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne kirin wiha anî ziman:

Ev pêvajoya çalakiya li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin ne kampanya wek pêngav venasîn hîn baştire.

Ji ber pêngav dema wê tuneye. Heta ku encamê bigirin didomin.

Li Tirkiye û Ewropayê çalakî didomin. Li girtîgehan girtî ji 27’ê Mijdarê de ne di grevê dene.

Nobetê Edaletê didomin. Meşa Azadiyê ya Mezin jî di vê çarçoveyê de didomin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî didomin. Ev xwedîderketin wisa bidome wê encam bê girtin. Ji hêza gel xurtir tu hêz tuneye.

Esma Hacî: Ne tenê 15′ mehê, Sibat tev ji bo min reş e

Esma Hacî ya 63 salî, 25 sal in ango ji dema dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan heya niha reş girê dide.

Esma wiha behsa kurteçîroka xwe ya naskirina Rêber Abdullah Ocalan dike.`

Esma di sala 1991’ê de bi gelek dayikan re, berê xwe dide Bêrûda Libnanê,û bi Rêber Apo re dicive.

Yadê Esma bi çavekî tijî hêsir û bi gotina sibat tev ji bo min reşe ne tenê 15 ê sibatê behsa roja 15 ê sibatê dike .

Rîham Hesen: Komploya 15’ê Sibatê li dijî mirovahiyê

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen jî Komploya 15’ê Sibatê wekî komploya li dijî mirovahî û azadiyê binav kir.

Back to top button