Dewleta Tirk avahiyek li taxa Erbawiyê ya Qamişlo bombebaran kir

Rojane êrişan dijî herêmê pêk tîne.
Bi riya balafiran, bi riya topbarana rojane û bi riya ajan û mîtê dixwaza ewlehiya li vir têk bibe.
Erê em behsa dewleta Tirk a dagirker dikin ku îro jî li Qamişlo avahiyek bombebaran kir.

Êrişên dewleta Tirk yên bi rêyên cuda dijî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

Dagirkeriya Tirk îro li bajarê Qamişlo balafira xwe ya bê mirov rakir û avahiyek bombebaran kir.

Avahiya ku bû armanca dagirkeriyê, li taxa El-Erbawiyê ya li navenda bajêr e.

Nûçegihanên me ragihandin ku di encama bomebaranê de birîndar hene.

Li ser êrişê, heta niha tu daxuyaniyekî fermî nehatiya dayîn.

Li Qamişlo erebeyek hat armancgirtin: 2 welatî birîndar bûn

Doh, derengiya şevê jî li ser rêya hîzamê ya bajarê Qamişlo ku devera hilko jê re tê gotin erebeyek hate armanckirin.

Li gor agahiyên asayîşê ku ji nûçegihanên me re ragihandin, diyarkirin ku di erebeyê de mayîn hatiye bicihkirin û teqandin.

Di encamê êrişê de 2 welatî birîndar bûne.

Ev êrişên rojana ji aliyê xelkên herêmê ve rastî nerazîbûnan tê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çil Axa têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser avahiya Federasyona Birîndarên Şer a li bajarê Qamişlo, daxuyanî da.

Meclisê got:

“Em berdewamiya kiryarên dewleta Tirk a dagirker û hedefkirina bêserûber ya li dijî avahiya Federasyona birîndarên şer bi tundî şermezar dikin.

Birîndarên şer ji bo parastina gelan û cîhanê, parçeyên laşê xwe winda kirin û cîhan ji metirsiya terora DAIŞ’ê xilas kirin.

Ev êriş weke bêexlaqî hate binavkirin û bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên ku îdîaya mirovahiyê dikin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestînin.

Dawiyê hat gotin, em ê li ser axa xwe bimînin û destkeftiyên şoreşa xwe bi felsefeya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan biparêzin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Heleb-Meclisa Malbatên Şehîdan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan û Federasyona Birîndarên Şer a bajarê Helebê jî bi heman armancê daxuyanî da û êriş şermezar kirin.

Aliyan di daxuyaniyê de gotin:

Ji dema peymana Edeneyê ya di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê û ajanên wê de, xebatên rêxistinkirin û çekdarkirina terorê û êrîşa li ser şoreşa gelên herêmê didomin.

Ji taxên Berxwedanê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, van êrişan şermezar kirin û bêdengiya navdewletî, bi taybetî hêzên qaşo piştevaniya aştiyê dikin, wek hevkar û piştevanên terorê dibînin.

Back to top button