Li herêmê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin

Li herêmê bi nêzîkbûna salvegera 25’an a komploya Navneteweyî çalakî zêde dibin.
Li gelek derverên herêmê bi çalakiyên cûda komploya Navneteweyî hate şermezarkirin.
Her wiha bang li CPT hate kirin ku der barê dosyaya Rêber Apo bi erkên xwe rabe.

Gelên herêmê bi çalakiyên cuda komploya Navnetweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.

Kongra Star li Çilaxa der barê komployê de semînerek li dar xist.

Di semînerê de, endamê PYD’ê Mihemed Şerqî balkişand li ser kamployê û wiha got:

Sîstema Rêveberiya Xweser û neteweya Demoratîk a li bakur û rojhilatê Sûriyê îsbat dike ku komplo îradeya gel naşkîne.”

Paşê sînevîzyonek li ser komployê hate pêşandan.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Kongra Star jî li Holê li ser sedem û armancên komployê civînek ji gel re li dar xistin.

Her wiha bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs jî xwe ji bo meşa mezin a şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê amade dikin.

Ji bo wê banga tevîlbûnê hate kirin.

Piştî Qamişlo û Helebê li kantona Firatê jî bi daxuyaniyekê pêngava komkirina Îmzeyan ragihand.

Li Kobanê Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina komployê konê çalakiyê veda.

5s beta bide

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û got:

“Bi girtina rêber apo xwastin gelê kurd tune bikin lê gelê ku bi fikir û felsefeya rêber ap mezin bûyî tu carî tune nabe.”

Bi heman armancê Kevana Zêrîn a Kobanê jî çalakiya xêzkirina gotinên Rêber Apo li nava bajêr dest pê kir.

Li Reqa, Tebqa û Minbicê jî gelek daxuyanî, sermîner û çalakî der barê komploya Navneteweyî hatin li dar xistin.

Di çalakiyan de, banga bilindkirina berxwedan û tekoşînê heta misgeriya azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.

LI navçeya Şêrewa bi heman mijarê meşek hate lidarxistin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, daxuyaniyek hate dayîn.

Back to top button