Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” meşek bi meşalayan li navçeya Cirniye ya bajarê Tebqayê li dar xist.
Şêniyên navçeyê, nûnerên saziyên sivîl, partî, tevgerên jinan û ciwanan tevlî meşê bûn.
Meş ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Cirniyê dest pê kir.
Ciwanan heta navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiyan.
Li navendê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Cirniyê Saxir El Hemûd daxuyaniya tevgerê xwend.
Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku heta Rêber Apo azad nebe, têkoşîna ciwanan dewam e.