Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker yên li herêmên dagirkirî û veguherandina goristanên şehîdan avahiyên mêtingehiyê û baregehên leşkerî şermezar kirin.
Ciwanên Partiya Sûriye Pêşerojê jî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşiyan û êriş şermezar kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya Kantona Cizîrê têkîldarî sûcên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de sûcên li dijî pîroziyên li herêmên dagirkirî û veguherandina goristanên şehîdan weke baregehên leşkerî û avahiyên mêtingehiyê ji malbatên çeteyan re hatin şermezarkirin.
Meclisê diyarkir ku şehîd nirxên şoreşê ne û got:
“Şehîdan di oxira rizgarkirina xakê de canê xwe dane.
Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî sûcên şer in û dûrî rêgez û exlaqê mirovahiyê ne.”
Meclisê soza bilindkirina têkoşînê da û bang li civaka navnetewî kir ku li dijî van sûc û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestê nîşan bidin.