Li dijî êrişên dewleta Tirk ciwanên Hesekê meşiyan

Li Hesekê ciwanên Partiya Sûriye Pêşerojê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşiyan.
Ciwana di meşê de diyar kirin ku ewê li himberî êrişên li ser xaka xwe; li ber xwe bidin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşek li dar xist.

Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya bajarê Hesekê dest pê kir û li qada Suryan veguherî mîtingê.

Li vir ciwanan bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a qirker şermezarkirin û wiha gotin:

“Em ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê tevahî sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirker û guhertina demografî red dikin.

Em ê heta dawiyê li hemberî her êrişeke li dijî xaka me, rûmet û azadiya gelan têkoşîna xwe xurt bikin.”

Back to top button