Rojnamevan Nîhat Kaya: Wê li ser Sûriyê bazarên nû bên kirin

Rojnamevan Nîhat Kaya derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Sûriyê de diyar kir ku dewleta Tirk di demeke nêzîk de ji Sûriyê dernakeve û got, “Di rastiya Sûriyê de şerê cîhanê tê meşandin. Wê li herêmê bazarên nû bên kirin.”

Rojnamevan Nîhat Kaya derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li Sûriyê û bazarên ku wê li ser Sûriyê bên kirin û rewşa Kurdan ya li herêmê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Kaya bal kişande li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li bakur û rojhilatê Sûriyê û diyar kir dewleta Tirk ji herêmên ku dagirkiriye zû bi zû dernayê û wê li hember vê di mijara Kurdan de bixwaze tawîzan bi dest bixe.

Kaya wiha got;

“Di şexsê Sûriyê de şerê cîhanê tê meşandin. Tirkiye naxwaze di mijara hevsengîyên nû de tawîzan bide û ji bo vê yekê jî Kurdan dike hedefa xwe. Hewldanên Tirkiyê tenê bi Sûriyê sînordar nîne. Pêşketinên li Sûriyê ku diqewimin tenê bi hêzên nava Sûriyê bi sînordar nîne.”

Kaya bal kişande li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û eşkere kir ku Tirkiye hem bazarê bi Rûsyayê re dike û hem jî li aliyê din li dijî Rûsyayê ye û got;

“Tirkiye wê hewl bide di mijar Kurdan de tawîzan bistîne”

“Di navbera hêzên DYA û NATO’yê de nakokî hene. Ev rewş wekî li hemû herêmê, li Sûriyê jî heye. Tirkiye bêyî destûra NATO nikare gavak wisa bavêje. Niha Tirkiye li Idlibê li dijî Rusyayê bi piştgiriya NATO li ser piyan e. Tirkiyê li ser nave NATO’yê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.”

Kaya bal kişande li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmê û destnîşan kir, dewleta Tirk cihên ku dagirkiriye zû jê dernakeve û wiha pêde çû;

“Piştî rêveberiya DYA hat guhertin, wê li herêmê bazarên nû bên kirin. Tirkiye wê li ser hevsengiyên li Îdlib, Qerebax, Lîbya û Derya Spî bixwaze bi Rûsya û Emerîkayê re li ser masê rûne û bazaran bike. Di nava bazaran de Tirkiye wê hewl bide ku di mijara Kurdan de tawîzan ji Rûsya û DYA bistîne. Bi şertên ku li bajarên Kurdan serweriyê bike hêza xwe ji Îdlibê vekişîne.”

Back to top button