6 sal li ser komkujiya Kobanê re derbas bû

Berî 6 salan yanî 25’ê Hezîrana 2015’an li Kobanê komkujî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir, pêk hat.
Di berbanga wê rojê de, Çeteyên DAIŞ’ê , 233 sivîl ku pirraniya wan jin, zarok û kal û pîr bûn, navenda bajarê Kobanê û gundê Berx Botan ê qetil kirin.

Bi heman rengî îro jî çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike êrîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin.
Lê cîhan weke wê rojê îro jî li hember van êrîşan bêdeng e.

Avakirina DAIŞ’ê di serî de li Tirkiye li sikakên kûr ên hinek dewletan, pêk hat.

Ev rastiyeke ku ji aliyê herkesî ve tê zanîn.

Dewleta Tirk, çeteyan ji deverên cuda yên ji cîhanê tîne, wan perwerde dike, bi çek dike û derbasî Sûriyê dike.

Bi vê yekê jî, hewl dide ajandeyên xwe di avakirina hêzeke siyasî û îslamî li ser erdnîgariya Sûriyê pêk bîne. Armanceke din a dewleta Tirk jî qirkirina Kurdan e.

Yek ji armanca komkujîya Kobanê jî ev e.

25’ê Hezîranê 2015

Îro salvegera 6. a komkujiya Kobanê ye.

Ne jin, ne zarok û ne jî kal û pîr ji guleyên çeteyên DAIŞ’ê filitîn.

DAIŞ’ê ev komkujî weke bersiv û tolhildana têkçûna xwe ya li Kobanê pêk anî.

Berbanga sibê saet 04’an, komek ji 80 heya bi 100 çeteyên biyanî û Sûrî ku cilên YPG’ê li xwe kiribûn tevî 8 erebeyên leşkerî bi dizî ji gundên başûrê Kobanê ber bi navenda bajêr ve mîna cinawiran herikîn.

Çete, dabeşî du koman bûn, ya yekê yekser ber bi bajêr ve çû, ya din jî li derdora gundê Berx Batan belav bû.

Şêniyên hin gundan ji derbasbûna karwanê leşkerî ya ber bi bajêr ve matmayî man û Asayîşa gundê Berx Batan bi vê yekê agahdar kirin.

Asayîşê pê derxist ku ne şervanên YPG’ê ne, da dû çeteyan, lê rastî gulebarana çeteyan hatin.

Dema ku di wê berbangê de dengê guleyan li gund û taxên bajêr belav bû, şênî derketin û texmîn kirin ku şervanên YPG û YPJ’ê bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kirin.

Lê nizanîn ku çeteyan bajar dorpêç kiriye, her sivîlê ji mala xwe derket gule lê hat reşandin.

Di encamê de 233 sivîlan di nav de jin û zarok jiyana xwe ji dest dan..

Li aliyê din di encama berxwedana 4 saetan ya şêniyên gundê Berx Batan de, çete neçar man ji gund vekişin.

Di encama destwerdana YPG’ê de li Kobanê bi dehan çeteyên ku komkujî pêk anîn hatin kuştin.

Beriya vê komkujiyê bi çend mehan 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê li kolanên Kobanê hatin kuştin û têk çûn.

DAIŞ’ê jî bi piştgiriya Tirkiyê derbasî kobanê bû û ev sûcê li dijî mirovahiyê pêk anî.

Îro jî êrîşên bavê çeteyan Erdogan yên li dijî herêmê û sivîlan didomin.

Berpirsê yekemîn û şirîkê vê komkujiyê Rûsya hat dîtin, ji ber ku berpirsyariya ewlehî û aramiya herêmê li gorî lihevkirinê ya artêşa Rûs e.

Hêzên Navneteweyî jî bi bêdengiya xwe derfetê didin Tirkiyê da ku êrîşên xwe li dijî herêmê bidomîne..

Îro jî bi dehan kirin û sûcên dewleta Tirk ên di asta vê komkujiyê de der heqê şêniyên herêmê de tên kirin..

Back to top button