3 salin agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Rojnamevan Pêşewa Rauf û Malbatên Şehîdan ên Qeladizê derbarê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo axivîn û gotin:”Dîlgirtina birêz Ocalan dawî li şoreşê ne anî, berevajiyê vê hîn zêdetir ciwanên Kurd berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.
Bêyî birêz Ocalan aştî jî ne pêkane.”

Rêber Abdullah Ocalan 25 salin li Girava Îmraliyê tê girtin û ev 3 salin bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Bi rast hatina 15’ê Sibatê re li seranserê Kurdistan û Ewrupayê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo tên lidarxistin.

Derbarê mijarê de rojnamevan Pêşewa Rauf ji rojnewsê re axivî.

Rojnemevan Pêşewa: Bêyî birêz Ocalan aştî ne pêkane

Rojnamevan Pêşewa da zanîn ku bi dîlgirtina Rêber Apo dawî li şoreşê nehat, piştî zêdetirî 20 salan jî berxwedanî dewam kir.

Bi gotina wî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê deriyek ji bo aştiyê vebe û di Tirkiyeyê de xwedî rolek mezin be.

Pêşewa herî dawî eşkere kir ku divê ji bo vê mijarê Gelê Kurd zextê li rêxistinên mafê mirovan bikin da ku, ji bo dawî li vê tecrîdê bînin.

Malbatên Şehîdan: Heta azadbûna Rêber Apo , têkoşîna me wê berdewam bike

Malbatên Şehîdan ên Qeladizê jî Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Apo şermezarkirin.

Hesen Îbrahîm diyar kir ku divê helwestek cidî li dijî vê Komployê hebe û got:

“Divê em bi rêxistinbûneke xurt, bi yekîtiya neteweyî û yekitiyeke baş vê Komployê têk bibin.”

Mihemed Zudî jî ku bavê 3 şehîdane di derbarê heman mijarê de axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman:

“Azadiya Rêber Ocalan, azadiya gel û welate. Bê azadiya serokek, azadiya gel û welatek çênabe.”

Li Binarê Qendîlê komploya navnetewî hat şermezarkirin

Xelkê gundê Tutme yê Binarê Qendîlê dijî Komploya Navneteweyî ya ser Rêber Ocalan çalakî lidarxistin.

2 Sal e agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Back to top button