Meşa ku sibê li Kolnê tê lidarxistin bû rojeva malperên Almanyayê

Di 17’ê Sibatê de gelê Kurd û dostên xwe ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo li bajarê Kolnê çalakiyeke mezin lidardixin.
Bêtirî mehekiye ku ji bo tevlîbûna meşê bangtêkirin. Çavli rêye ku bi hezaran kes tevlî meşê bibin. Bandora bangawaziyên ji bo meşê û texmînên tevlîbûna meşê ewqas zêde bûn ku kete rojeva Malperên Almanyayê.

Meşa binav û deng a Kolnê ku bêtirî mehekiye di rojevê de ye wê sibê were lidarxistin.

Ji ber girîngiya meşê demeke dirêje ku ev meş di rojevê de ye.

Îro jî Malperên Almanyayê ev meş kirin rojeva xwe.

Malperan ragihandin ku wê sibê bi hezaran kes ji bo Azadiya Rêber Apo dakevin qadan.

Li gorî maloperê ji niha de ewlehiyeke baş ji bo meşa sibê hatiye girtin.

Her wiha çalakiyên li Ewropayê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di ajansa AFP yê Fransayê jî cih girt.

Di konferansa Parlamentoya Ewropayê banga azadiya Rêber Apo hat kirin

Back to top button