Benê serketina hilbijartina li Tirkiyê di destê HDP’ê de ye

Bi diyarkirina namzetiya serokê CHP’ê Kiliçdaroglu re, bal hat kişandina ser helwesta Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê. Ji ber tifaqên hatine avakirin jî dibînin ku bê HDP’ê serketin ne pêkan e. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar namzetiya Kiliçdaroglu pîroz kir.

Mîthat Sancar got: Em bi hêvîne ku di çarçoveya pîvanên demokratîk de, vê desthilatê têk bibin.

Ji bo nîqaşeke berfireh jî li benda serdana bêrêz Kiliçdaroglu li navenda xwe ne.”

Tifaqa Ked û Azadiyê ya HDP pêşengtiya wî dike wê qedera hilbijartina Tirkiyê diyar bike.

Kiliçdaroglu ji koma meclisa CHP’ê xatir xwest

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yê ji bo namzetiya serokomariyê hatî diyarkirin îro li koma meclisa partiya xwe axaftina xwe ya dawî kir.

Kiliçdaroglu xatirê xwe ji koma meclisa partiya xwe xwest.

HDP Ji bo namzetê xwe yê serokomariyê wê cara dawî bicive

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî got, Ez dixwazim ji ber namzetiya Kiliçdaroglu wî pîroz bikim.

Pervîn Buldan anî ziman ku derdê wan ne hesabên biçûk lê rêgezên polîtîkayê ne.

Di nava rojên pêş de wê carek din ji bo derxistina namzetê Tifaqa Ked û Azadiyê bê nirxandin.

Buldan daxuyakirin ku potansyela hêza wan heye ku hemû hevsengiyên heyî têk bibe.

Erdogan jî bi daxuyaniyeke ragihand ku wê 10’ê Adarê pêvajoya hilbijartinê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bidindestpêkirin.

Back to top button