Noam Chomsky piştgirî da kampanya “Ji Ocalan re azadî”

Nivîskar û fîlozofê Emerîkî Noam Chomsky bi peyamekê piştgirî da Kampanya “Ji Ocalan re Azadî” ya ku li başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya li Başûrê Kurdistanê ji 15’ê Sibata îsal de dest bi kampanyayeke berfireh ya bi armanca azadkirina fîzîkî ya Ocalan kiriye.

Heta niha bi dehan partî û aliyên siyasî û bi sedan rewşenbîr û kesayetên li Başûrê Kurdistanê tevlê kampanyayê bûne.

Nivîskar û fîlozofê navdar ê Amerîkî Noam Chomsky jî bi nameyeke nivîskî piştgirî da kampanyayê.

Noam Chomsky di peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna kampanya ji bo Rêber Ocalan anî ziman û got: “Ez ji bo vê piştgiriyê gelek kêfxweş im.”

Back to top button