Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê şer kirin, 5 kes hatin kuştin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê şer kirin. Hat diyar kirin di encama şer de 5 çete hatine kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê vê êvarê, li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê di navbera du komên çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar rû daye.

Hat ragihandin di encama şer de 5 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Hat diyar kirin ji ber şer topên hawanan li malên sivîlên li gund ketine.

Hat gotin sedema şerê di navbera çeteyan de parvekirina madeyên xwarinê li ser malbatên çeteyan e.

Back to top button