Rêveberiya Xweser: Berxwedan rêya serketina ji dagirkeriyê ye

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî got;
Tirkiye ji bêdengiya di qada navnetewî de heyî hêzê digre.
Meclisa Sûrya Demokratîk MSD’ê jî careke din banga destpêkirina diyaloga nîştimanî ya Sûriyan kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi boneya salvegera 6.a êrişa dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Rêveberiyê di despêka daxuyaniyê de balkişand li ser kiryarên hovane yên li Efrînê têne kirin û wiha got:

Tişta li Efrîn û niha hîna li herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, planeke sîstematîk a qirkirinê ye.

Bi vê yekê hewil didin îradeya gelê me têk bibin.

Em teqez dikin, modela demokratîk û berxwedanê rêya serketin û rizgariya Efrînê ye.

Rêveberiyê bang li NY û li tevahî sazî û rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî kir ku li hember êriş û qirkrinên li ser gelê herêmê pêk hatîne helwestê nîşan bidin.

Rêveberiyê sekna xelkê Efrînê yên li Şehbayê li berxwe didin silav kir û got,

Ev yek îradeya berxwedanê nîşan dide.

MSD’ê di salvegera êrişa dagirkeriya Efrînê de banga diyaloga nîştîmanî kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî li ser heman mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

MSD`ê diyar kir ku di êrişên dagirkirinê yên li dijî Efrînê de dewleta Tirk xwest Efrîn bibe nuqteyeke şikandinê lê belê gelê Efrînê ew kir nuqteyeke guhertinê.

MSD’ê daxuyakirin ku bi kiriyarên hovane yên li nava Efrînê tê meşandin careke din hat xuyakirin ku Tirkiye, dewletekî dagirker, êrişkar, xwînmij û dizê berhemên gel e.

MSD’ê ya dagirkirina Efrînê şermezarkirî bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlekariyê, Yekitiya Ewropa û Komkara Erebî kir ku rola xwe bilîzin û dagirkeriyê bi dawî bikin.

Her wiha destnîşan kir ku siyasetên dijminane yên dewleta Tirk, wêrankirina Sûriyê û gelê wê, derfetên biserxistina çareseriya siyasî qels dike.

Di daxuyaniyê de MSD`ê bang li sûriyeyiyan kir ku bi ruhekî berpirsyar ê nîştimanî bi hev re kar bikin û ji bo çareseriya aloziyê dest bi diyalogeke nîştimanî bikin.

Back to top button