Meclisa Navçeya Zirganê: Em ê dijî dagirkeriyê berxwedanê bidomînin

Sibe salvegera 6. a destpêkirina êriş û dagirkirina Efrînê ye.
Bi boneya rojê daxuyaniyên şermezarkirinê hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Ew ê têkoşîn û berxwedana me ya ji bo rizgarkirina Efrîn û hemû herêmên dagirkirî qet lawaz nebe.

Bi armanca şermezarkirina dagirkirina Efrîn û êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê çalakî têne lidarxistin.

Meclisa navçeya Zirganê bi vê armancê li pêşiya nivîsgeha PYD’ê daxuyaniyek da.

Meclisê bi tundî kiryarên ku heta vê kêliyê li Efrînê têne kirin şermezar kir û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2018’an ve kuştin, dizî, talan, revandin, destdirêjî û hemû sûcên li dijî pîvanên mirovî û exlaqî pêk tîne, tu alî jî deng ji xwe dernaxe.

Li kêlek vê yekê, Tirkiyê hê jî dixwaze erdnîgariya dagirkeriya xwe fireh bike û DAIŞ ji nû ve zindî bike.

Ji lewra di êrişên xwe de êdî rasterast binesaziya herêmê dike armanc.”

Meclisê bal kişand ser êrişa li dijî girtîgeha Sînaa û ev tişt anî ziman:

“Ew êriş ji bo derxistina bi hezaran terorîstan bû her wiha hatibû plankirin ku terorîstên kampa Holê jî tevlî wan bibin. Lê bi saya berxwedana hêzên leşkerî, ewlekarî û sivîl ev pilan hatin têkbirin.

Meclisa navçeya Zirganê soz da ku ewê berxwedan û têkoşîna xwe li hember her cure planên qirêj bidomînin û vegera li Efrînê teqez pêk bîbin.

Mala Êzidiyan a Helebê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Li Helebê Mala Êzidiyan jî daxuyaniyek li Taxa ŞêxMeqsûd da û got:

“Em sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û bi taybetî li dijî civaka Êzidiyên li Efrînê şermezar dikin.

Sûcên ku ev 6 sala li Efrînê têne kirin mîna hovîtiya DAIŞ’ê ya li Şengalê di sala 2014’an de bû.

Mala Êzidiyan dawiyê bêdengiya civata navnetewî li hember kiryarên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Hûn jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên van komkujî û kiryarên hovane.

Mala Êzidiyan bang li tevahî gel, Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û tevahî herêmên dagirkirî bibin yek û dengê xwe bilind bikin.

Back to top button