Aliyên Astana careke din li hev dicivin

Di wextekî xaka Sûrî di bin êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de ye, careke din maseya bazarê alî li hev dicivin.
Wezareta Karê Derve ya Kazaxistanê agahiyên ku rojnameyeke nêzî hikumeta Şamê weşandine, piştrast kirin ku wê gereke din a Astanayê li dar bikeve.

Wezareta Karê Derve ya Kazaxistanê ragihand ku li gorî vexwendnameya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê gereke din a Astanayê li dar bikeve.

Berdevkê wezaretê Aybek Samdyarov got:

“Civîna navneteweyî ya 21`an a têkildarî Sûriyeyê li gorî vexwendnameya dewletên garantor dê 24 û 25`ê Çileyê li paytexta Kazaxistanê li dar bikeve.”

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomatîk, ragihandinbû ku wê hefteya bê aliyên Astanayê li hev bicivin.

Hemwextî ragihandina Kazaxistanê, Wezîrê Karê Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad serdana Rûsyayê kir û bi hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re civiya.

Li gorî daxuyaniyan her duyan rewşa li Sûriyeyê û derdora wê, erkên ji nûve avakirinê û çalakkirina lihevhatina giştî li Sûriyeyê nîqaş kirin.

Back to top button