Îsraîlê êrişî navendek pasrdarên Îranê li Şamê kir

Li nava Sûriyê careke din hêzên Îranê bûn armanca êrişên Îsraîlê.
Artêşa Îsraîl êrişî navendeke fermandarên Îranê ya li Şamê kir.
Di êrişê de, 4 “Parêzvanên Şoreşê yên Îranê” hatine kuştin.
Di nava wan de, fermandarek payabilind jî heye.

Artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî taxa Mezê ya li Şamê kir.

Di êrişê de, avahiyek pirqatî pasdarên Îranê bû armanca êrişê.

Êriş hemwextî civîna li avahiyê pêk dihat de, çêbû.

Çavdêriya Sûrî: Di êrişa Îsralê de 6 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku 3 ji wan ferdamar 5 pasdarên Îranê û sivîlek hatin kuştin.

Her wiha 4 kes ku nasnameya wan nediyare windane.

Xebatên lêgerînê ji aliyê tîmên eleqedar li cihê ku hatine armanckirin dewam dike.

Li gorî çavdêriyê, avahî bi temamî hate rûxandin.

Îran: Di êrişa Îsraîlê de 4 şêwirmendên me hatine kuştin

Li aliyê din, Pasdarên Îran bi daxuyaniyekê encama êrişa Îsralê li Şamê eşkere kir.

Pasdarên Îranê îdia kir ku endamên wan yên hatine kuştin, şewirmendên leşkerî bûn.

Rayedarên Îranê eşkere kirin ku di êrişê d,e fermandarê Sîxûrî yê çekdarên “Feyleq El-Qudis” Hac Sadiq Omîd Zada û cîgirê wî hatine kuştin.

Beriya niha jî Îsraîlê li Şamê berpirsyarê Leşkerî yê Sûrî-Îranê Rida El-Musûmî kuştibû.

Di nava sala 2023’an de jî Îsraîlê li dijî hêzên Îranê yên li ser xaka Sûriyê bi dehan êrişên asmanî pêk anîbûn.

Di van êrişan de, bi dehan alîgir û hêzên Îranê hatin kuştin.

Ev yek jî hertim rê li ber gurbûna aloziya li herêmê vedike.

Bi şerê Îsraîl û Hemasê re, ev yek hîna jî zêdetir bû.

Back to top button