Parêzerê Îtalî Franco Danîelî: Şert û mercên girtîgeha Îmraliyê nayên pejirandin

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan nerazîbûn û bertek berdewam in.
Parêzerê Îtalî Franco Danîelî derbarê tecrîdê û pêvajoya dîlgirtina Rêber Apo de axivî û got:
“Divê her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin.
Helwesta Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dişibe helwesta wê ya serdema komployê.”

25 sal in Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê dîlgirtî ye.

Dewleta tirk a faşîst bi her awayî dixwaze peywendiyê di navbera Rêber Apo û gelê kurd de qut bike.

Ji ber vê yekê ev 3 sal in tecrîdeke giran daniye ser rêbertiyê.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, sazî û rêxistinên navneteweyî, bi taybetî komîteya pêşîlêgirtina li êşkenceyê bêdengiya xwe didomînin.

Franco Danîelî: Divê ji bo azadiya Ocalan her kes seferber bibe

Derbarê tecrîda girankirî de parêzerê Îtalî Franco Danîelî ku cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê ye axivî û got:

“Şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan nayên qebûlkirin.

Ev şert û merc li dijî hemû peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Divê li dijî şert û mercên Abdullah Ocalan li her derê di asta civakî de çalakî bên lidarxistin. ”

Franco Danîelî: Gelê Îtalyalê piştgiriyê dide tekoşîna gelê Kurd

Franco Danîelî îşaret bi pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ jî kir û ev tişt anî ziman:

“Pêngava azadiya Abdullah Ocalan di asta cîhanê de gelekî girîng e.

Ev pêngava di navbera mirovan de têkiliyên xurt çêdike.

Mînak gelê Îtalyayê bi salan e ku Abdullah Ocalan û bi taybet têkoşîna gelê Kurd diparêze û piştgirî didê.

Parêzerê Îtalî Franco Danîelî di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên gelê Kurd divê em welatên Rojava bi taybet gel û saziyên sivîl seferber bikin.

16 navdarên ji welatên cîhanê: Divê Ocalan demildest serbest bê berdan

Back to top button