”Di xwepêşandanê Îranê de polîsek Îranî û 3 xwepêşander hatin kuştin”

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan di Netewên Yekbûyî de Michelle Bachelet û Rêxistina Amnesty diyar kirin ku hikumeta Îranê li şona bikaranîna çekên giran li dijî xwepêşaneran bila pisgirêka avê çareser bike.
Michelle Bachelet bang li hukûmeta Îranê kir ku pirsgirêkên Xuzistanê cidî bigire dest ji bo baştirkirina rewşê bi şêwirîna bi gel re gavên yekser û demdirêj bavêjin.

Xwepêşandanên ku li Parêzgeha Xuzistanê ya Îranê ji ber pirsgirêka avê destpê kiribûn, li welat belav dibe, êdî gihiştine bajarên Rojhilatê Kurdistan û navenda Îranê.

Hikumeta Îranê li dijî xwepêşanderan çekên giran bi kar anîn, gelek sivîl kuştin, li dijî van kiriyarên dermirovî gelek bertek hatin nîşan dan.

Duh, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan di Netewên Yekbûyî de Michelle Bachelet bang rayedarên Îranê kir ku dewsa tundiyê divê hikûmeta Îranê pirsgirêkên avê çareser bike.

Michelle Bachelet diyar kir ku gelek kes hatine binçavkirin û gelek jî bi gûleyên rejîmê birîndar bûne lê hejmarek mezin ji birîndaran jî ji tirsa binçavkirinê serdana nexweşxaneyan nakin.

Bachelet bang li hukûmeta Îranê kir ku pirsgirêkên Xuzistanê cidî bigire dest ji bo baştirkirina rewşê bi şêwirîna bi gel re gavên yekser û demdirêj bavêjin.

”Hêzên desthilatdariya Îranê heya niha 8 kes kuştine”

Di heman çarçoveyê de Rêxistina Amnesty jî da zanîn ku hêzên desthilatdariya Îranê di xwepêşandanan de çek li dijî sivîlan bikartîne, heya niha 8 kes kuştine.

Rêxistina Amnesty dazanîn ku hejmarek mezin ji birîndaran jî ji tirsa binçavkirinê serdana nexweşxaneyan nakin.

Di raporê de hate gotin ku di xwepêşandana zivistana 2019’an de jî, rêjîmê bi sedan xwepêşandêr kuştin û heya niha kesên kujer nehatine dadgehkirin.

Hêjaye bi bîrxistinê ku xwepêşandan ji ber tinebûna avê di 15’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin û di roja xwe ya 8’an de gihiştin bajarên Rojhilatê Kurdistan û navenda Îranê.

Back to top button