HPG’ê li qada Werxelê ya Zapê derb li helîkoptereke Tirkiyê xist

Gerîla li qada Werxelê ya herêma Zapê derb li helîkoptera şer a artêşa dagirker xist.

Gerîlayên HPG’ê li qada Werxelê ya girêdayî Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê, gerîlayên HPG’ê bi rêbazekî teknînî yê taybet, bersiva êrîşa helîkoptereke dewleta Tirk a dagirker da.

Li gorî ajansa ANF’ê, helîkopter ji ber derbeyê neçar ma ku paşde vekişe.

Li gor agahiyan, liv û tevger û dengê teqînan li herêmê hêj berdewam e.

Artêşa Tirkî ya dagirker, ji şeva 22 Nîsanê û heta roja îro ve, bênavber bi helîkopteran devera Werxelê bombordûman dike.

Back to top button