Rapora Parlamentoya Ewropayê ya li ser Tirkiyeyê bi 381 dengan hate pejirandin.
Di raporê de ji ber kêmaniyên demokrasî, serweriya hiqûqê û mafên bingehîn rexneyên tund li ser Tirkiyê hene.
Parlamentoya Ewropayê rapora li ser Tirkiyeyê bi 381 dengan pejirand.
Di dengdana li Strasbourgê de, 107 endaman li dijî raporê deng dan, 171 endaman jî bêalî man.
Rapor teqez dike ku her çend Tirkiye armanca xwe ya endametiya Yekîtiya Ewropayê didomîne jî, di reformên demokratîk de ti pêşketin çênebûye.
Raportorê pe Amor: Tirkiye ber bi modelek Otorîter ve diçe
Endamên PE bang li Enqerê kirin ku kêmasiyên di warên serweriya hiqûqê, mafên mirovan, pîvanên demokratîk û azadiya çapemeniyê de çareser bike.
Di nivîsê de rexneyên li ser nebicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, tayînkirinên qeyûman û nebûna serxwebûna dadwerî jî hebûn.
Piştî pejirandina raporê, Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor, daxuyaniyên balkêş da.
Amor îdia kir ku Tirkiye “bi lez ber bi modelek bi tevahî otorîter ve diçe”.
Parlamentoya Ewropayê her wiha ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk çarçoveyek civakî ava bike.



