Ev sê sal û nîv bi ti rengî agahî ji Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din nayê girtin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Raziye Ozturk, diyarkirin ku ji sala 1999’an û vir ve 2 hezar û 30 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin.
Ji van tenê 366 serlêdan bi erênî bi encam bûn e.
Parêzeran destnîşankirin ku li Tirkiyeyê û qada navneteweyî li dijî tecrîdê piştevanî mezin dibe, ewê dozên nû li dijî tecrîdê vekin.

Rêber Abdullah Ocalan ev 25 salin di bin tecrîdekî giran de ye.

Ev sê sal û naîv ên dawî, bi ti rengî agahî ji Rêber Apo û her sê girtiyên din nayê girtin.

Li gor Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin, ji sala 1999’an û vir ve 2 hazar û 30 serlêdan hatine kirin û tenê 366 ji wan erênî encam bûye.

Hin serlêdanên din jî bêyî ti sedem were nîşandan, bêbersiv man..

Tevî hemû serlêdanên parêzeran ji sala 2023’yan û vir ve 110 serlêdanên hevdîtinê, malbatê jî 59 serlêdanên hevdîtinê kirin.

Lê ev serlêdan bi hincetên cezayê disiplînê hatine redkirin.

“Naxwazin agahî ji Îmraliyê derkeve”

Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku parêzerê Rêber Abdullah Ocalane li ser tecrîde axivî û got:

“Ji bo ku hevdîtinên bi malbatê re asteng bikin, dadgeriya înfazê ya dewleta tirk cezayên disîplînê hincet nîşan dide.

Em nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime, em wan biryaran jî nabînin.

Dadgeh wê biryarê jî ji me vedişêre. Lewma naxwazin ti agahî ji Îmraliyê derkeve.”

“Em ê dozên nû vebikin”

Bîlmez wiha berdewamî da nirxandinê xwe:

“Di hiqûqê de şert û merc diyar in. Em serî li hemûyan didin.

Bêyî ku em dest jê berdin, em ê dozên nû vebikin. Em ê dozan bişopînin.

Ji xeynî vê em ê li dijî bêdengiya YE û NY’ê kar û xebatên dîplomatîk bidomînin.

Li Tirkiyeyê û qada navneteweyî li dijî tecrîdê piştevanî mezin dibe, eger ev dewam bike ez bawer dikim ku wê tecrîd bişikê.”

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê girtîgeha grava Îmraliyê ji holê bê rakirin”

Yek ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, der barê serlêdanên di 2023’yan de kirine axivî û got:

“Me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbat serlêdanê dikin. Di 2023’yan de parêzer û malatan 169 caran serlêdan kirin.

Lê bersiv nehatdayîn. CPT’ê jî rapora 2022’yan tevî pêşniyaran aşkera nekir.

“Gel azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin”

Parêzer Raziye Ozturk di dawiya axaftinê xwe de wiha got:

“Gel azadiya xwe di azadiya Birêz Ocalan de dibînin û dixwazin dengê Ocalan bibihîzin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê girtîgeha Grava Îmraliyê ji holê bê rakirin.”

Kurdistaniyên li Marsîlya û Berlînê tevlî pêngava ‘100 hezar kart’ bûn

Back to top button