Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan destnîşan kir ku artêşa Tirk li Garê tarûmar bû û ji ber zanîn ketine dorpêça Gelîra, gaz bikar anîn û reviyan. Murad Karayilan, ji bo derewên Erdogan û bikaranîna kîmawyî, bang li hatina komîteyek serbixwe kir.
Murad Karayilan destnîşan kir ku artêşa Tirk li Garê tarûmar bû, zanîn ketine dorpêça Gelîra, gaz bi kar anîn û lezûbez reviyan.
Berbanga 10 Sibatê, Artêşa dagirker bi balafirên xwe yên şer ji xaka Başûr bixwe girtin ser asmanê herêma Garê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û berxwedana gerîla ji Stêrk TV re axivî.
Karayilan diyar kir ku desthilata AKP-MHP-Ergenekon a di nava alozî û kaosê de bi ‘şova serketinê û hilbijartina pêşwext’ xeterî da ber çavê xwe û xwest Garê dagir bike.
Karayilan da zanîn ku êrîşa li ser Garê di asta herî jor de hatiye plankirin û ji bo dagirkeriyê hatibûn, lê nekarîn.
Murad Karayilan: Bi pêşengtiya şoreş, Rojhat û Seyfiyan cengekî qehremanî pêk hat
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan her 15 gerîlayên li Garê şehîd bûne bi bîr anî û diyar kir ku bi pêşengtiya şoreş, Rojhat û Seyfiyan cengekî qehremanî pêk hat û dagirkeriya Tirk li wir xetimî, lewra serî li rêbazên qirêj dan.
Murad Karayilan: Lehengên Garê Erdogan neçarî gotina” em bi bin ketin” kir
Murad Karayilan dibêje; eger di mercên Havînê de ba, yek dagirker ne difilitîn û darbeyek hê xurtir bi xwarana.
Murad Karayilan: Divê komîteyên serbixwe bên qadê û lêkolînê bikin
Karayilan kuştina dewleta Tirk a 13 dîlên xwe yên şer bi bîr xist û destnîşan kir ku berprisyarê kuştina wan, Erdogan û Hilûsî Akar in.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan teqez kir, ew li gorî qanûnên şer ên navneteweyî tev digerin, dîlan diparêzin û ji bo parastina wan jî fedakariyeke mezin dikin.