Li Manîsayê 3 endamên HDP’ê hatin girtin

Di operasyonên qirkirina siyasî ku dewleta Tirk li dijî endamên HDP’ê dide meşandin de, li Manîsayê 3 HDP’î hatin girtin. Sekretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Kenio desnîşan kir ku Erdogan ev qirkirin bi armanca nixumandina binketina xwe Ya li Garê pêk tîne. Sosyala demokratên Qibrisî jî piştgirî dan HDP’ê û ev girtin şermezar kirin. 

Da ku dewleta Tirk binketina xwe ya li Garê binixumîne, qada operasyonên xwe yên qirkirina siyasî li dijî endamên HDP’ê firehtir kiriye.

Li Manîsayê, ji 8 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di 15’ê Sibatê de, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, vê Duşemê der heqê 3 endaman de, biryara girtinê hat dayîn.

Kovan Kenio: Erdogan bi girtinan dixwaze binketina xwe ya li Garê binixumîne

Têkildarî van zextên domdar, Sekretêrê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Kenio destnîşan kir ku Erdogan bi tolhildana ji HDP’ê dixwaze têkçûna xwe ya li hemberî şervanên gerîlayan li Garê veşêre.

Kovan Kenio bang li li hemû partiyên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bi lez yekîtiya xwe ava bikin, xwedî li berxwedana dîrokî û qehremanî ya gerîlayan li Garê meşandin, derkevin û rê li ber siyasetên dijminan bigirin.

Sosyal demokratên qibrisê piştgirî da HDP’ê

Her ku diçe, çavên dunyayê jî li ser siyaseta qirêj a ku Tirkiyê li dijî endamên HDP’ê dimeşînê, vedibin û qada piştigiriya daxwazên demokrsiyê fireh dibe.

Bi navê Tevgera Demokrasiya Civakî ya Qibrisê (EDEK) Alîkara Serok Marîa Vasîlîadoû bi rêya daxuyaniyekê piştgirî da HDP’ê.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku zextên li ser endamên HDP’ê bi ti awayî nayên qebûlkirin û hat teqezkirin ku ew piştgiriya hevrêyên xwe yên li Tirkiyê dikin.

Back to top button