Artêşa Tirk a dagirker di bin bêdengiya PDK’ê de êrîşên xwe li Başûrê Kurdistanê li ser herêmên sivîlan didomîne.
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker herêma Berwarî ya ser bi navçeya Amêdiyê a ser bi Dihokê, bi dijwarî bombebaran kir.
Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin standin.
Berdevkê Polîsan yê Parastina Şaristaniyê ya Hewlêrê Serkewt Kareş ragihand ku ji ber bombebaran û topbaran dewleta Tirk ziyanek mezin gihiştiye jîngeha Hewlêrê.