Ji Buroya Hiquqê ya Sedsalê: Sibe dibe ku dereng be

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) da ku bi lez serdana Îmraliyê bike.

Parêzeran diyar kirin ku rewşa wernegirtina agahiyê bênavber giran dibe û bi bîr xistin ku di navbera 30’ê Nîsanê û 31’ê Tîrmeha 2023’an de di pêvajoya 3 mehan de li gel 25 serlêdanên parêzeran 12 serlêdanên malbatê bêbersiv hatin hiştin.

Parêzeran bal kişandin ser wê yekê ku nameyeke bi tenê ya serlêdêran jî negihîştiye wan û diyar kirin ku ew aqûbeta nameyên ji Îmraliyê re têne şandin jî nizanin.

”Bi cezayên Dîsîplînê hewl didin bêhiqûqiyê binixumînin”

Parêzeran ragihandin, ku ji bo rakirina astengiya li pêşiya hevdîtina malbatê 10’ê Tîrmehê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hate dayin, li ser vê yekê jî hîn bûn ku ‘cezayê dîsîplînê’ yê nû hatiye birîn.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku bi ‘cezayê dîsîplînê’ yê nû hewl hate dayin ku bêhiqûqî bê nixumandin.

Parêzeran diyar kirin ku hemû biryarên qedexeya dadgerî û îdarî bêbingeh in.

”Fikar di asta herî bilind de ye”

Di serlêdanê de hate ragihandin ku “fikarên li ser jiyan, tenduristî û ewlehiya hiqûqî” ya Rêber Apo gihîştiye asta herî bilind û hate gotin:

“Hikumeta AKP’ê tespît û pêşniyarên CPT bi cih nîne, bêhiqûqiyê dewam dike û hewl dide ranteke siyasî jê werbigire.

Divê CPT êdî dest ji helwesta xwe ya bicihanîna prosedurên asayî berde û dibe ku sibê derng be,..

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxwaza serdana lezgîn kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji CPT xwest ku li derveyî bernameya xwe ya serdanê bi rengekî ‘lezgîn’ serdana Îmraliyê bike û ev daxwaz bilêv kir:

“Komîteya we li gel eşkerekirina tespît û rapora xwe ya li ser serdana dawî, divê bi rengekî lezgîn serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bike.

Serdana parêzeran tavilê pêk were, bi rêk û pêk bibe û astengiya bi biryarên dadgehê yên li dijî hiqûqê bêne bidawîkirin.

Serdana malbatê û wasî bê kirin, bi rêk û pêk bibe û dawî li astengiya bi cezayên dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bê anîn.

Li gel bicihanîna mafê serdanê, serlêder karibin bi malbat û xizmên xwe re mafê telefonê yê rûtîn bi kar bîne.

Astengiyên li pêşiya mafê name, telgraf û faksê hemû bêne rakirin.

Kiryarên li dijî hiqûqê yan jî pratîkî yên li hemberî mafê wergirtina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibe.

Ji bo rakirina êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê, şert û mercên xerab û rewşa încommunîcado tedbîr bêne wergirtin û xala 10/2 a peymanê bi cih bê anîn.”

Back to top button