82 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 82 rojin agahî jê tune.
Bertek û pirsên li ser jiyana Silêman Ehmed her ku diçe zêde dibe.
PDK’ê jî rê nade parêzer û malbatê ku Silêman bibînin.

Rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ev 82 rojin ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin.

Piştî revandina Silêman, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek nerast eşkere gefa cezakirinê li wî xwar.

Ajansa Rojnews’ê hemû tometbariyê nerast yên asayîşa Dihokê şermezar kir.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nermîn Ehmed, diyar kir tevî hewldanên wan ku Silêman bibînin jî, PDK’ê rê nade wan ku hevdîtinê bikin.

Herî dawî jî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed çûn dadwerê.

Lê careke din parêzer ji aliyê asayîşa Dihokê ve hatin astengkirin.

Ajansa Rojnews’ê, anî ziman ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana Rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

81 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button