Êrişên dagirkeriyê Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê berdewamin.
Di derbarê êrîşan de Welatiyên navçeya Xelekan a bajarê Dukan ê diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze bi van bombebaranan gelê Kurd ji holê rakin û got:
“Bi yekîtî û hevgirtina gelê kurd, em ê bersiva van êrîşan bidin.”
Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe û bi alîkariya NATO’yê li dijî gelê Kurd êrişên xwe didomîne.
Bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê bê navber deverên nişteceh û xizmetgûzariyê bombebaran dike.
Xelkê Başûrê Kurdistanê di derbarê êrişên dagirkeriyê û bêdengiya beramberî van êrişan de axivîn.
Welatiyê ji navçeya Xelekan a bajarê Dukan ê Başûrê Kurdistanê Necîm Osman, diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi van êrîşan dixwaze Kurdan tune bike û wiha got:
“Tişta herî xirabe ku li ser Herêma Kurdistanê tê kirin ku dixwazin Kurdan qirbikin.
Lê bi yekîtî û hevgirtina me, em dikarin besiva van êrîşan bidin.”
Yek ji ciwanên navçeya Xelekan Melîk Hisên jî, anî ziman ku her kurdek naxweze êrîş li ser welatê wî bê kirin û ev tişt got:
“Sîstema desthilatdariya Herêma Kurdistanê gelek lewaze, lewma nikare rê li ber van êrîşan bigire.
Ji ber vê jî, divê em berxwedan û têkoşîna xwe li hember van kiryaran mezin bikin.”
Her wiha Pêşmergeyê Dêrîn Ewêz Ezîz jî têkildarî heman mijarê da zanîn ku dasthilata başûrê Kurdistanê hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike û got:
“Li hember vê xiyanet û dagirkeriyê, divê em xwedî helwest bin.”
Pêşmergeyên Dêrîn: Divê gelê Kurd bi yekîtiyê dawî li dagirkeriya Tirkiyê bînin