Minbic..5 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikin hatin girtin

Li Minbicê 5 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihan ku 5 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin hate girtin.

Li gorî daxuyaniyê hêzên wan piştî şopandin û komkirina belgeyan, miqdarek madeyên hişbir li bajar girt.

Li gorî daxuyaniyê, piştî lêpirsîna kesên hatine girtin, li xwe mukir hatin ku wan madeyên hişbir difrotin ciwanan.

Bi kesên hatin girtin re çek, cebilxane, hebên hişbir û pere jî hatin girtin.

Hêzên ewlekariyê kesên sûcdar şandin dozgeriyê da ku li gorî qanûnê lêpirsîna wan bê kirin.

Back to top button