Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo meşa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Em ê deng û dilê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo. Azadiya Rêber Apo wezîfeya dîrokî ya me jin û gelan e.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da tecrîda li dijî Rêber Apo û komploya navnetewî şermezar kir û banga beşdarbûna meşa girseyî ya di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin kir.
TJK-E daxuyakirin ku Rêber Apo bi berxwedana xwe ya 25 salan komplo û hêzên komploger têk bir û balkişande ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got:
Sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Rêbertiya me 25 salên xwe temam dike.
Ev 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye û bi pêkanînên dijmirovahî hewl tê dayîn ku Rêber Apo bêdeng bikin.
Lê Rêbertiya me li dijî DYE, Îngilîstan, hêzên YE û dewleta faşîst a Tirk a ku wan sîstema Îmraliyê ya tecrîd û êşkenceyê ava kiriye, berxwedaneke dîrokî ava kiriye.
Azadiya Rêber Apo wezîfeya dîrokî ya me jin û gelan e.
TJK-E: Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo
TJK-E diyar kir jinên Kurd bi diruşmeya ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ ji hemû çalakiyan re pêşengtiyê dikin.
Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û têkbirina pergala Îmraliyê hezaran hevalên me yên li girtîgehan û dayikên me yên li Kurdistanê, di 25’emîn salvegera komployê de jî pêşengtiya pêvajoyên berxwedanê dikin.
Weke jinên Kurd ên xwedî li paradîgmaya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk a Rêber Apo derdikevin, di asta pêşengiyê de di nava berxwedanan de cih digirin.
Em bi biryar in ku pêngava azadkirina Rêber Apo bi ser bixînin. Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo.
TJK-E’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jin û gelan kir ku di 17’ê Sibatê de beşdarî meşa dîrokî ya li Kolnê bibin.
Em ê dengê bi milyonan bikin yek û bigihînin Rêber Apo. Em ê dengê xwe li çiyayên xwe, li her devera Kurdistanê, li Rojhilata Navîn li ser dengê berxwedêran zêde bikin. Roj roja bi ser xistina têkoşînê ye!