Welatê me dewlemend e.
Rojane bi milyonan pere tên bidestxistin.
Lê em nizanin ev pere ji bo çi têne bikaranîn.
Li paytexta Arjantîn Buenos (Boyns-Ayris) bi hezaran kes li dijî şertên giran ên jiyanî meşiyan.
Yekane daxwaza wan ew ku dehatiyên aboriyê welat bi awayekî adil û wekhev li gel bêne parvekirin..
Bi hezaran kes roja Çarşembî beşdarî xwenîşandanek li Buenos Aires bûn ji bo daxwaza arîkariya civakî û xebata bi qalîte.
Di meşa li ser daxwaza Geşepêdana Cîvakî ve hate lidarxistin de bi dehezaran kes li qadan bûn.
Li gorî daneyên Enstîtuya îstatistîk û Jimartinê ya Netewî (Indec) welat di nava krîzeke aborî de ye.
Enflasyona navmalî ji sedî 50,8 zêde bûye.