Li Sêrtê, derbarê çawûşê Pispor Mûsa Orhan ê ku Îpek Er tecawiz kirî û piştre Er a xwe întihar kirî, doz hatibû vekirin.
Rûniştina yekem a doza ku bi sûcê ‘Êrîşa zayend’ hatî vekirin, pêk hat û Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin.
Çawîşê pispor Mûsa Orhan li navçeya Qubînê ya Êlihê tecawizî Îpek Er kiribû û paşê Er xwe întihar kiribû.
Îro rûniştina ewil a Mûsa Orhan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Sêrtê pêk hat.
Mûsa Orhan ji Enqereyê bi rêya dîmen û deng beşdarî rûniştinê bû.
Dayik û bavê Îpek Er, Hakîme Kilinç û Fûat Er û birayê wê Kemal Er û parêzerên aliyan beşdarî rûniştinê bûn.
Beriya danişîn dest pê bike, polîsan dora edliyê pêça û tedbîrên zêde stendin.
Dadger jî bi hinceta tedbîrên vîrûsa Coronayê destûr neda 46 parêzer û rojnamevan beşdarî danişînê bibin.
Heyeta dadgehê daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan red kir û biryar da ku Orhan bi awayekî negirtî bê darizandin û doz taloqî 25’ê Sibata 2021’ê kir.
Piştî vê biryarê dayika Îpek Er Hakîme Kilinç ji ser hişê xwe çû.
Dayika Er: Xwedê heqê me ji kesên ku kujer û bersûc berdan re nehêle
Beriya danişînê Dayika Îpek Er Hakime Kilinç li odeya Baro rawestiya û bertek nîşan da û got:
“Xwedê heqê me ji kesên ku kujer berdane nehêle.”
Platforma jinan a Enqereyê bang girtina Mûsa Orhna kir
Ji aliyê xwe ve, Platforma Jinan a Enqereyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û banga girtina Mûsa Orhan kir û got ku heta ku Orhan were cezakirin ew ê bibin şopînerên vê dozê.