Sozdar Avesta: Têkoşîna me wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bang li gelê kurd kir ku di 15 sibatê de çalakiyên bi heybet pêk bînin û got: “Banga min li Bakur di vê 15’ê Sibatê de jiyanê bidin rawestandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûrê Kurdistanê divê em êdî vê komployê rawestînin.Û di meşa ku wê 17’ê Sibatê li Kolnê pêk were weke milyon kes beşdar bibin û sekneke hêjayî sekna Rêber Apo, dîşan bidin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta têkildarî Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo di sala 25’an de divê sekneke çawa bê raberkirin, ji ANF’ê re axivî.

Nirxandinên Sozdar Avesta bi vî rengî ne:

“Komploya navneteweyî dikeve 26 salan.

Gelê kurd di nava van salan de têkoşînek bê hempa raber kir.

Di vê pêvajoyê de hemû endamên tevgerê divê mîna hawariyên baweriya Xiristiyan li her deverê paradîgmaya Rêber Apo belav bikin ku çareseriya hemû pirsgirêkên civakî ye.

Ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike, belavkirina fikrê Rêber Apo ye.

Sozdar Avesta: Divê hevgirtina têkoşînê were mizin kirin

Sozdar Avesta li ser êrîşên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûrî jî axavî û got:

Li ser şoreşa mezin, şoreşa bi pêşengiya jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, êriş têne kirin. Parastina vê şoreşê ku bi nirxên mezin pêk hat, bi esasî wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike.

Divê hevgirtina têkkoşîna me zêde û mezin bibe. Ya ku heta niha hatiye kirin, gihîştiye astekê. Lê belê divê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Sozdar Avesta: Divê bi milyonan beşdarî çalakiya kolnê bibin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta herî dawî bang li gelê kurd kir û got:

“Meşa ku wê 17’ê Sibatê li Elmanya li bajarê Kolnê pêk were;

Weke milyon kes beşdar bibin û sekneke hêjayî sekna Rêber Apo, bê nîşandan.

Mifteya çareseriyê li Bakurê Kurdistanê ye. Ez bang dikim ku di vê 15’ê Sibatê de jiyanê bidin rawestandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûrê Kurdistanê û hemû qadan di vê salê de divê em êdî vê komployê rawestînin. Em bawer bin ku encama vê yekê jî wê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”

Sozdar Avesta: Şerê cîhanê yê sêyemîn bi komployê destpê kir

Back to top button