Gerîlayên HPG’ê: Em ê bi çalakiyên hîn xurtir êrîşan têk bibin

Gerîlayên enternasyonalîs Andok Gabar û Rênas Cûdî bal kişandin ser berxwedana bêhempa ya gerîla û gotin: “Dewleta Tirk bi piştgiriya Almanya û NATO’yê çekên qedexekirî li dijî Gelîla bikar tîne.
Li dijî faşîzma vê dewletê û êrîşên wê, hevrêyên me berxwedaneke bêhempa kirin.
Em ê bi çalakiyên hîn xurtir êrîşên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.”

Gerîlayên HPG’ê Andok Gabar ê ji Elmanyayê û Rênas Cûdî yê ji pêkhateyê Ereb li ser berxwedana bêhempa ya gerîla ya sala 2023’an axivîn.

“Tirkiyê bi piştgiriya NAYO’yê çekên qedexekirî li dijî me bikar tîne”

Andok Gabar diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgiriya Almanya û NATO’yê çekên kîmyewî û nukleerê li dijî Gerîla bikar tîne.

“Li dijî faşîzma Tirkiyê hevrêyên me berxwedaneke bêhempa kirin”

Andok Gabar anî ziman ku li dijî faşîzma tirkiyê û êrîşên wê, hevrêyên wan berxwedaneke bêhempa kirin.

Gabar diyar kir ku ew ê di sala 2024’an de asta têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.

“Yên ku dixwazin rastiya xwe nas bikin bila tevlî gerîla bibin”

Andok Gabar di dawiya axavtina xwe de ev bang li kesên ku li Almanyayê dimînin kir.

“Ti kes hewl nade sînorekî ji hovtiya Tirkiyê re deyne”

Rênas Cûdî jî anî ziman ku tirkiyê li pêşiya çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî li dijî wan bikar tîne û wiha pê de çû: “Ti kes hewl nade sînorekî ji hovtiya tirkiyê re deyne.

Tirkiyê hewl dide îradeya gelê Kurd û Ereb bişkîne.

Lê bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya ku li ser hatine perwerde kirin wê hewlên tirkiyê vala derbixin.”

“Em ê bi amadekariyên xwe êrîşên dewleta Tirk têk bibin”

Rênas Cûdî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku di dawiyê de wê rastî bi ser bikeve û got:

“Em ê bi amadekariyên xwe êrîşên dewleta tirk têk bibin.

Em ê berxwedana hevrêyên xwe bi ser bixînin.”

Back to top button