108 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnemavan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 108 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Rojnamevan Ebdulrehman Husên derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de axivî.
Ebdulrehman Husên got: “Tometbarkirinên ku ji bo Silêman tên kirin ne di çarçoveya zagon û karen rojnamevaniyê de ye.

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ku ji aliyê PDK’ê ve hat revadin, 108 rojin agahî jê nayê girtin.

Rojnamevan Ebdulrehman Husên derbarê revandin û windakirina Silêman Ehmed û rewşa azadiya Rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê de axivî.

Rojnamevan Ebdulrehman Husên: Li Başûr rewşa rojnamevaniyê xirab e

Rojnamevan Ebdulrehman Husên diyar kir ku azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê bi taybet jî li herêma PDK’ê lê serwere (Duhok-Hewlêr) di rewşeke xirab de ye û wiha axivî:

“Ji ber ku yasaya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê weke lastîkekê di destê aliyên siyasî û rayedarên Herêma Kurdistanê de ye û li gorî daxwaza xwe kom dikin û ji hev dikşînin.”

“Rojnamevanên desthilatê azadin lê yên serbixwe û ne dijber ne azadin”

Ebdulrehman anî ziman ku rojnamevanên ku ji bo ragihandina hizbî dixebitin bi azadî kar dikin û got:

“Em li vir û wir dibînîn ku ew rojnamevanên di bin sîbera partiyan de ji bo ragihandina hizbî dixebitin bi awayek azad kar dikin.

Lê rojnamevanê ku bixwaze li Başûrê Kurdistanê bi awayekê serbixwe bixebite, bêgûman jê re astengî û zehmetiyên mezin tên derxistin.”

“Dadgeh nikarin di çarçoveya hiqûqî de biryarê li ser dozan bidin”

Derbarê revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed jî rojnamevan Ebdulrehman wiha got:

“Dadgehên Başûrê Kurdistanê di bin desthilat û siya partiyê de ne ku li ser tawanên sexte yên ku partiya wê li dijî rojnamevanan çalakvan pê sûcdar dike, biryarê bidin.

Mînaka herî berçav jî rojnamevan Silêman Ehmed’e ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, windakirin û heta niha agahî ji wî nayê girtin.”

“Silêman Ehmed ji ber fikrên wî hatiye revandin”

Rojnamevan Ebdulrehman Husên di dawiyê de da zanîn ku tiştên ku rojnamevan Silêman Ehmed pê tê tometbarkirin ne di çarçoveya zagon û karen rojnamevaniyê de ye.

Ev 107 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button