Li hember paşguhkirina dasyaya DAIŞ’ê hewldanên têkoşînê didomin.
Ruxmî astengiyan û bêdengiya hêzên navneteweyî di vî warî de jî diyare lê têkoşîn berdewam dike.
Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xalid Îbrahîm li ser mijarê axivî û got: “Aliyên navneteweyî yên têkildar, berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî naynin cih.”
Têkoşîna li hember DAIŞ’ê bi hewldanek mezin berdewam dike.
Ji bo tunekirina DAIŞ’ê, ji aliyê dîplomasî xebat tên meşandin.
Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xalid Îbrahîm li ser mijarê axivî.
Xalid Îbrahîm di despêka axaftinê xwe de wiha bahsa dosyayên DAIŞ’ê kir:
“Çareneserkirina dosyayê, pirsgirêk e.
Ragirtina malbatên DAIŞ’ê di nava kampan de ne çareserî ye.
Li gorî daneyên sala borî û îsal, hejmara kesên di kampan de dimînin, gelek in.
Li kampa Holê hejmara herî zêde ya koçberan heye ku derdora 8 hezar malbatên DAIŞ’ê lê ne û ji 50 dewletan in.”
Ji destpêka 2024’an ve tu dewletan welatiyên xwe yên DAIŞ’ê wernegirtin
Li gorî daneyên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a berpirsê xebatên radestkirina malbatan, di 2023`yan de 450 zarok û 120 kesên din ji aliyê hikumetên dewletên wan ve hatin wergirtin.
Derbarê helwesta navneteweyî de Îbrahîm got:
“Helwesta navneteweyî ya nediyar berdewam e û tu guhertin tê de çênebûye.”
Helwesta navneteweyî nehat guhertin
Îbrahîm destnîşan kir ku aliyên navneteweyî yên têkildar, berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî naynin cih û wiha domand:
“Ev barekî siyasî, ewlehî, civakî, aborî, qanûnî û hiqûqî yê mezin dixe ser mile Rêveberiya Xweser û herêmê.”
Xalid Îbrahîm erka bidawîkirina xetereya DAIŞ’ê û çareserkirina dosyaya malbatên çeteyan wek ‘bipirsgirêk’ bi nav kir û got:
“Divê her kes, nemaze dewletên welatiyên wan di nava DAIŞ’ê de, berpirs bin û berpirsyarî ne tenê ya Rêveberiya Xweser û hêzên wê be.”